Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Amerîka: Herêma Kurdistanê jî dê beşdarî danûstandinên stratejîk yên Amerîka û Iraqê bibe

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Amerîka li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de balyozê Amerîka behsa girîngiya danûstandinên stratejîk yên navbera Amerîka û Iraqê kir û ragihand, Herêma Kurdistanê jî beşdarî wan danûstandinan dibe.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Sêşema 2.6.2020 li Hewlêrê pêşwazî li balyozê Amerîka li Bexdayê, Matthew Tueller kir.

Di civînê de, ku konsolê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagen jî amade bû, rewşa Iraqê û Rojhilata Navîn û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîka hatin axaftin.

Balyozê Amerîka behsa girîngiya danûstandinên stratejîk yên navbera Amerîka û Iraqê kir û ragihand, Herêma Kurdistanê jî beşdarî wan danûstandinan dibe.

Wî dîplomatê Amerîkî her wiha got, çi ji destê me were emê alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê bikin bi taybet bo derbaskirina kirîza abûrî, ya ku ji ber belavbûna vîrusa Koronayê bi welat girtiye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî têkestî li ser girîngiya beşdarbûna Herêma Kurdistanê di danûstandinên stratejîk yên Amerîka û Iraqê de kir, bi rengekî ku encamên wan danûstandinan bi sûda hemû gelên Iraqê be.