Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber 19yemîn salvegera damezrandina Komela Îslamî ya Kurdistanê pîrozbahî li Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr kir.

Dûşema 1.6.2020 Nêçîrvan Barzanî bi telefonê ligel Elî Bapîr axivî û 19yemîn salvegera damezrandina Komela Îslamî ya Kurdistanê li Elî Bapîr û Encûmena Siyasî û endam û alîgir û cemawerên Komela Îslamî ya Kurdistanê pîroz kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.

Ji aliyê xwe ve, Elî Bapîr spasî û pêzanînên xwe û Komela Îslamî ya Kurdistanê pêşkêşî Serok Nêçîrvan Barzanî kir ku pîrozbahî li Komel kir.