Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Polîtburoya PDKê peyamek pîrozbahiyê ji YNKê re şand

Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya PDKê bi boneya 45 salemîn salvegera damezrandina YNKê, peyamekî pîrozbahiyê ji rêveberî û encûmena bilinda siyasî û hemû endam û alîgirên YNKê re şand.

Peyama DKê waha ye:

“Bo birêz polîtburoya YNKê

Bi boneya 45.mîn salvegera damezrandina YNKê, pîrozbahiyê em li we birêz û rêveber û encûmena bilinda siyasî û berjewendiyên YNKê û herwaha hemû endam û alîgirên partiya we ya tekoşer dikin û hêviya serkeftinê bo we dixwazin.

Di demekê de ku ev bîreveriye tê kirin, welatê me di rewşeke awarte de ye û navçeyê de guhertinên lez çêdibin, ku ev yek jî wisa dixwaze ku hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê bi berpirsyartiyeke bilind ve erkê netewî û niştimanî ve rabin û ji bo berjewendiyên baskên gel û welatê me kêmasiyê nekin û hewlên cîdî bên dayîn bo zêdetir qahîmkirina yekrêzî û yekdengiya hêz û aliyên siyasî û parastina destkeftan û bihêzkirina ezmûn û doza rewa ya gelê me û herwaha bidestxistina armancên me û dabînkirina aramî û xweşkirina jiyana hemwelatiyan.

Careke din em pîrozbahiyê li we dikin û hêvîdar in serkeftî û serfiraz bin.

Politburoya PDKê

31.05.2020.”