Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hevpeymanan çek û teqemenî ji 2 lîwayên Pêşmerge re şandine

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serfirmandar bo Operasyonan di Wezareta Pêşmerge de Lîwa Qareman Kemal dibêje, 2 lîwayên Hêzên Pêşmerge ku Hevpeymaniya Navdewletî wan amade dike, hatine amadekirin û Hevpeymaniya Navdewletî dê piraniya çek û teqemenî û kelûpel û pêwîstiyan ji wan re bişîne.

Lîwa Qareman Kemal ji malpera KDP.info re ragihand: “Hevpeymaniya Navdewletî biryar dabû ku 2 lîwayên Pêşmerge amade bikin û biçek bikin. Amadekirina wan herdû lîwayan destpê kiriye û pêwîstiyên wan hemû li ser Hevpeymanan e.”

Kemal wiha got: “Hevpeymaniya Navdewletî berdewam pêwîstiyên leşkerî ji çek û teqemeniyan ji bo van herdû lîwayan dişînin. Heya niha praniya pêwîstiyên wan herdû lîwayan gihîştine Wezareta Pêşmerge û beşeke kêm jê maye, niha beşeke kêm jê maye.”

Lîwa Qareman Kemal wiha domand: “Dema çek û teqemenî bi temamî bighên, dê wê demê rahênan û perwerdeya leşkerî jî destpê bikin.”