Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Herêma Kurdistanê: Erkê sereke yê hemû aliyan bihêzkirina yekrêziyê ye

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 44emîn salvegera Şoreşa Gulanê peyameke bekav kir û ragihand ku divê kare sereke yê hemû aliyan berdewam ji bo bihêzkirina yekrêziyê karkirin be.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 44emîn salvegera Şoraşe Gulanê ku di 26ê gulana 1976an de li dijî rejîma Baasê dest pê kiribû peyamek belavkir û got: “Bîranaîna Şoreşa Gulanê rêzgirtina li xebata gel, têkoşîna Pêşmergeyê qahreman e.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku baweriya Kurdistaniyan a ji bo şoreşê di heyameke kurt de bû derfetek ku îradeyeke bihêz derkeve holê û bû piştevniyeke mezin û wiha pê de çû: “44 sala berê weke îro Şoreşa Gulanê bi pêşengitiya Partiya Demokrata Kurdistganê (PDK) destpêkir ku berdewamiya Şoreşa Îlonê bû. Bîranaîna Şoreşa Gulanê rêzgirtina li xebata gel, têkoşîna Pêşmergeyê qahreman e û pesindayina keda xwîna şehîd û malbatên wan ên serbilind e.”

Nêçîrvan Barzanî tekez dike ku bîranîna Şoreşa Gulanê ku komkirina hêza niştîmanî û ezmûneke serkevtî ya kar û xebatên pêkva ya Kurdistaniyan û eniya Kurdistanî li wê heyama dirust bûye, dibe handerekî bihêz bo nûjenbûn û têkoşîna niştîmanî.

Di berdewamiya peyama xwe de Serokê Herêma Kurdistanê dibêje: “Baweriya Kurdistaniyan a bo peyam û armanca şoreşê, piştevaniyeke mezin bû bo bihêzbûna û pêşxistina îradeya polayî.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha destnîşan kir ku bîranîna Şoreşa Gulanê di demekê de ye ku divê kar û berpirsiyariya sereke ya hemû alî û pêkhateyên Kurdistanê berdewam ji bo bihêzkirina yekrêziyê karkirin be û got: “Divê hemû alî ji bo hevqebûlkirinê, debaskirina hemû astengî û krîzên ku em rûbirû dibin û herwiha bo parastina deskevtî û paşerojeke xweş bi hev re bixebitin. Bila 44emîm salvegera Şoreşa Gulanê pîroz be. Slav li xebat û mandibûna Pêşmerge û têkoşerê qahremanê soreş û canê xwe feda kirine be. Slav li şehîdên soreş û tevahiya Kurdistanê be.”