Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Piştî cejnê ENKS û TEV-DEM rêkeftina îdarî û leşkerî dikin

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamekî Serkirdatiya PDK-Sê dibêje, danûstandinên di navbera ENKS û TEV-DEMê de berdewam in û biryar e piştî cejna Remezanê rêkeftina îdarî û leşkerî di navbera wan de were kirin.

Dr. Kawa Azîzî Endamê Serkirdatiya PDK-Sê ji malpera KDP.info re ragihand: “ENKS û TEV-DEM rêkeftineke siyasî kirine û biryar hatiye dan ku di her pirseke netewî de yekhelwêst bin û yek deng bin. Ev yek jî pêngaveke pir baş e ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê, ji bo ku em karibin mafên xwe bidestve bînin.”

Azîzî wiha got: “Niha çend komîte hatine avakirin ji bo ku piştî cejna remezanê dest bi danûstandinan bikin ji bo ku rêkeftina îdarî û leşkerî û abûrî û çawaniya birêvebirina Rojavayê Kurdistanê, bikin. Rêkeftinên Hewlêr û Duhokê dê bibin bingeh ji rêkeftina niha re.”