Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Emê vê rewşê jî derbas bikin û dê Kurdistan geş bibe û pêş bikeve

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 22ê Gulanê gotarek pêşkêş kir û tê de bi hûrî behsa planên niha yên hikûmetê kir, bi taybet rewşa darayî, pirsa çaksasî û helwesta hikûmetê derbarê pirsê nenavendiyê de.

Serokê Hikûmetê di destpêka gotara xwe de bi boneya cejna Remezanê pîrozbahî li welatiyan kir û got: “Piştrast im bi piştevaniya we, emê vê rewşa dijwar derbas bikin û Kurdistanê dê ber bi geşbûn û pêşkeftinê ve gavan bavêje.”

Deqa gotara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:

“Welatiyên xoşewîst:

Destpêkê bi boneya cejna Remezanê pîrozbahî li we dikim birêzino û hêvîdar im hûn demên xweş di rojên cejnê de derbas bikin û daxwaz ji we dikim, xwe, malbatên xwe û civaka xwe biparêzin û rêkarên xweparastinê û rênimayên tenduristiyê li ber çavan bigirin.

Herêma Kurdistanê û piraniya welatên cîhanê ji ber sedemên aborî yên belavbûna vîrusa Koronayê, daketina nirxê petrolê li bazarên cîhanê, rûbirûyî rewşeke zehmet ya aboriyê bûn. Ev rewşa nexwastî li derveyî daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Her ji destpêka dirustbûna vê qeyranê jî, me hewlên xwe dan û berdewam in jî di hewlên xwe de, bo bargiranî li ser welatiyan kêm bikin.

Hevniştimaniyên birêz:

Ji destpêka destbikarbûna kabîneya nehem, me hemû hewlên xwe dan bo çareserkirina pirsgirêkan ligel Bexdayê û di heman demê de jî me kar li ser wê kir, aboriya Herêma Kurdistanê ji gef û metirsiyên piştgirêdana bi take jêdera dahatê rizgar bikin. Beşeke mezin a vê rewşa aboriyê jî, ji encama siyaseta şaş ya tenê girêdana bi dahata necîgir a petrolê ye.

Derbarê pêwendiyên bi Bexdayê re, Serokê Hikûmetê got: Me bi Bexdayê re pêngavên cidî avêtin. Her ji destbikarbûna me di meha Tîrmeha sala bûrî ve, yekemîn serdana me I Bexdayê re bû, me hemû amadehî bo çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê derbirî û me çendîn pêşniyaz bo çareserkirina pirsgirêkên taybet bi petrolê pêşkêş kirin, lê mixabin ji meha Cotmeha sala bûrî ve, rewşa Bexdayê ne lihev bû û di encamê de hikşmeta Iraqê di bin fişara nerazîbûna xelkê de, destê xwe ji kar vekişand û êdî xwe li hember çareserkirina wan pirsgirêkan û maf û destkeftên destûrî yên Herêma Kurdistanê bi berpirsyar nedît, ku ji sala 2005an ve bicih nakin. Niha jî ku hikûmeta nû ya Iraqê bi serokatiya birêz Mustefa Kazimî dest bi kar kiriye, dubare me amadehiya xwe bo çareserkirina hemû pirsgirêkan derbirî, bi awayekî ku maf û destkeftên destûrî yên Herêma Kurdistanê wek qewareyeke federalî ya di destûrê de lêmikurhatî, bêne dabînkirin. Di dawî hewla me de jî, sê caran şanda Hikûmeta Herêmê serdana Bexdayê kir û di van danûstandinan de jî berdewam dibin, ta bigihin encameke dadperwerane û destûriyane.

Kurdistaniyên birêz:

Ev qeyrana niha, me rijdtir dike ku dirêjiyê bi stratejiya firehkirina jêderên dahat bidin û di heman demê de zêdetir me han dide ji bo di projeya çaksaziyê de berdewam bibin û hemû kêmasiyên di rabirdûyê de di warê kargêrî û îdarî de hebûn çareser bikin. Lê welatiyên me yên xweşewîst dizanin, rastkirina van hemû çewtiyan û damezirandina bingeha aboriyeke aramtir, demeke zêdetir û hevkariya hemû aliyan pêwîst e.

Serokê Hikûmetê got: Wek hûn agahdar in, di çend rojên bûrî de me serperiştiya civîneke Encûmena Wezîran kir û me plana rûbirûbûna qeyrana darayî pesend kir. Herwiha çendîn biryarên girîng jî derbarê bicihirina yasaya çaksaziyê derkir, ku me her ji destpêka destbikarbûna me ve, me tekezî li ser girîngiya encamdana proseya çaksaziyê kir, ku beşeke girîng a karnameya kabîne nehem e.

Em rijd in li ser berdewambûna encamdana çaksaziyê û rêgirtina li behaderdana samana giştî.  Bêgûman di bicihkirina çaksaziyê de, berjewendiya xelkê ku serpêçî û gendelî kirine dikevin metirsiyê, ji ber wê hewla ragirtina wê didin û astengiyê jê re dirust dikin. Lê çaksazî daxwaza pirania welatiyên Herêma Kurdistanê ye û ez jî li bereyê welatiyan dimînin û bi piştevaniya welatiyên xweşewîst berdewam dibin û êdî poşman nabin.

Bêgûman dive çaksazî giştgîr û sertaserî be û me hemûyan bigire û nabe ti kes û alî ji bo parastina berjewendiya teng a partîtî û kesayetî, rêgiriyê li proseya çaksaziyê bike.

Ji vir ve, daxwaz ji hemû aliyan dikim, bi giyanê hestkirina bi berpirsatiyê hevkariyê bikin û yekrêziya navxweyî biparêzin û alîkarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bin di rêkxistina sîstema aborî, kargêrî, çakirin û bilindkirina asta xizmetguzariyan li Herêma Kurdistanê de.

Bi taybet daxwaz ji nûnerên Herêma Kurdistanê li Encûmena Nûnerên Iraqê (Parleman) dikim, berjewendiya teng a kesayetî û milmilaneya partîtî bidin aliyekî û hevhelwes bin di berevanîkirina li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê de. Rewşa dijwar a Herêmê berencama çendîn hokarên siyasî û dîrokî ye. Ev ji bilî birîna beşê budceya Herêmê ji aliyê hikûmeta Iraqê û qeyrana darayî ya cîhanê, lê ev rewşa dijwar nabe bibe keresteya milmilaneya siyasî û hevşikandin û birîna navçeyên Herêmê ji hev, di bin navên cuda de.

Di bernameya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêmê de, bi aşkere amaje bi wê hat dayîn, Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar ji bo çespandina nenavendiya îdarî ya parêzgehan dike, ku guncaw be ligel sîstema yasayî û kargêrî ya Herêma Kurdistanê. Herwiha erk û berpirsatiyê li gor yasa û di bin çavdêriya Serokatiya Hikûmetê de dabeş dibe, ji bo rêgiriyê bike li gendeliyê û bikaranîna xirap a desthilata îdarî û serhildana firehçeşneya desthilatê li derveyî damûdezgehên Herêmê. Ji ber wê em bi nenavendiya kargêrî re ne, bi merca ku di çarçova parastina qewareya Herêmê de be.

Me hemû karînên xwe bo dabînkirina jiyana welatiyan û mûçeyên fermanberan da, ji neh mehên destbikarbûna kabîneya nehem de, heşt mehan mûçe hat dayîn û tenê mûçeya mehekê dereng ket. Me çendîn biryar derkirin ji bo sivikirina bare xelkê hejar û ewên bi sedema rêkarên xweparêziyê ziyan dîtine. Lê bêgûman dive xwe ji her rewşeke nexwastî ku were pêş re biguncînin. Li gor dahat û karîna darayî yên Herêmê, me plan ji bo derbaskirna vê qonaxê daniye û budce û xerciyên damûdezgehên Herêmê û mûçexwaran rêk dixin, berçavgirtina yasaya çaksaziyê ya girêdayî bi wan waran dikin.

Welatiyên xoşewîst:

Di gotara destbikarbûna min de li Parlemana Kurdistanê min amaje bi wê da, ku Hikûmeta Kurdistanê bi 27 milyar Dolar qerzdar e, beşeke mezin ji wê qerzê di stûyê Hikûmeta Federal de ye, bi sedema neşandina budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmetên berê yên Iraqê ve, her ji ber wê jî mixabin Hikûmeta Herêmê ne xwediyê ti yedek û paşkevteke darayî ye, bi wateya ku em tenê bi jêdereke darayî girê didin, ku mehane tê ber destê me, ev jî wiha dike, di her qeyraneke darayî de, rûbirûyîn pirsgirêkan dibin. Ev rastî jî, gelek xelkê şareza jê agahdar in û ne tiştekî veşartiye, mixabin gelek caran ev rastî û hemû pirsên siyasî û niştimanî tên piştguhkirin û tenê behsa mûçeyê dibe, di heman demê de jî, em hemû dizanin ku jêderên mûçeyê çi ne.

Ji bo hûn agahdar bin welatiyên birêz, dema dahata mehane ya firotana petrolê 700 milyon Dolar bû, ji vê birê dahatê zêdetir ji 400 milyon Dolar bo têçûya derxistina petrol û veguhastinê û dana qerzan dihat xerckirin û ewê ji bo xezîneya hikûmetê vedigeriya, tenê 300 milyon Dolar bû. Herwiha tenê 383 milyon Dolar jî wek beşê budce ji bexdayê dihat, lê ev pere têra mûçeya mûçewarên Herêmê nedikir û neçar rêjeyeke berçav a dahata navxwe jî wek temamkirina mûçeyan dihat xweckirin. Ji bilî wê jî, xerciya pêwîst bo birêvebirin û xizmetguzariyan ji dahata navxwe dihat dabînkirin û înca jî mehane 60 milyon Dolar kortehênan hebû. Niha nirxê petrolê gelekî daketiye, wek nimûne di meha bûrî de koma giştî ya dahata firotana petrolê ku ji bo xezîneya Hikûmetê vegeryaye, tenê 30 milyon Dolar bû, dahata navxwe jî nêzîkî 60 milyon Dolar bû û ew jî beşê budceya ji Bexdayê dihat jî dereng ma.

Bêgûman ev rewşa dijwar a darayîyê, ne tenê Herêma Kurdistanê, belkû hemû cîhanê girtiye û hin welat jî tûşî qeyrana darayî kirine.

Aşkere ye di xerckirina dahata Herêma Kurdistanê de, nedadperweraneyeke  mezin û bê planî hebûye ku ji sedî 80 ji dahata Herêma Kurdistanê ji bo mûçexwaran terxankirî bû, mûçexwar jî ji sedî 20 ji rûniştvanên Herêma Kurdistanê ne.

Di baştirîn rewşa darayî de, ji budceya ji sedî 15 ji bo xerciyên birêvebirin û xizmetguzariyan hatibû terxankirin û tenê kêmtir ji sedî 5 ji budceyê ji bo girîngîpêdana bi welat dima.

Di vê dabeşkirina netemam a bucdeyê de, ti şîrovekirin bo pêşerojê û nefşên bê nehatiye kirin. Bêgûman ev welat tenê bi dayîna mûçeyan bipêş nakeve, belkû pêwîstiya me bi jêrxaneyeke bihêztir heye. Nabe mûçeya welatiyan hebe, lê kehrebe, av û dibistanên baş û rê û pireyên baştir jê re nebin, bi giştî pirgirêka nebûna xizmetguzariyên sereke hebe.

Hikumranî ne tenê dabeşkirina mûçeyan e, ji ber wê divê hemû em hemû bi hev re, welatî, hikûmet û aliyên siyasî biryarek yekalîker bidin, bi awayekî heger di rewşeke baş a aboriyê ya baş de bin, nabe hemû karîna me ya darayî ji bo mûçeyan bê terxankirin, pêwîst e beşeke berçav a budceyê bo pêşxistina xizmetguzaran û jêrxaneyeke aboriyê be.

Ti hikûmetek nikare tevahiya welatiyan di sîstema îdarî de dabimezirîne (bi kar bike) û mûçeyan ji wan re dabîn bike, belkû tenê bi pêşxistina jêrxaneya me ya aborî û girîngîpêdana bi werbirhênanê, derfeta karên zêdetir peyda dike, bi wate, divê dahat û sermayaya welat di vê arasteya rast û rewa de bê xerckirin. Divê em hemû bi hev re plana me bo derketina ji vê sîstema darayî ya niha hebe. Ev ne biryareke hêsan e, lê ji bo Herêmê biryareke çarenivîsaz e di navbera du riyên pêşketinê de. Ev babet bo pêgavên ber bi dahatî geştir ji Herêmê re gelekî girîng e û nabe bibe keresteyeke milmilane û muzayedeya siyasî.

Hevniştimaniyên birêz:

Ev rewşa sexte ya niha ku li gor pêşbîniya şarezayan, reng e heta demeke din jî berdewam be, ji hemûyan dixwaze hevkar bû alîkar bin ji bo derbaskirin û sivikirina rewşa jiyana welatiyên hejar. Ji vir ve, we dilniya dikim, hikûmet her ji destpêka dirustbûna vê qeyranê ve, plana dabînkirina asayişa xwarak û dermanan danî, her li gor wê plane di komgehên hikûmî û karta taybet de, herî kêm heta dawiya sale pêwîstiyên xwarak û dermanan dabîn kiriye û pirsgirêka xwarak û dermanan li bazarên Herêma Kurdistanê de dirust nabe. Ev ji bilî pevguhartina bazirganî, bi taybet di warê xwarak û dermanan de berdewam e. Her di vê çarçova wê plane de, hikûmeta Herêmê ji bilî ji beşê xwarakê, mehane ya welatiyan, di demeke nêzîk de dest bi dabeşkirina xwarak li ser malbatên kêmderant belav dike.

Me li herêmê zû dest bi rêkarên xweparastinê kir, ji ber ku xweparêzî baştirîn çareserî ye. Spasiya pêgirî û pabendbûna we dikin, lê di van rojan de hest tê kirin ku pabendbûna we sîstî ketiyê, em têdigihin zehmetiyên barên we, lê divê bizanin li hemû cîhanê metirsiya vê nexweşiyê berdewam e, divê rêkarên xweparastinê li ser asta tak de, wek bikaranîna mask û şuştina dest û xwedûrgirtina ji qerebalixiyê berdewam be. Her kesek pabend nebe, birpirsyar dibe di dirustkirina metirsiyê li ser xwe û malbata xwe û hemû welatiyan.

Bi gotina Rêxistina Tenduristiya Cîhanê û gelek xelkê ezmûna Hikûmeta Herêma bi ccibicîkirina rêkarên xweparastinê û rênimayên tenduristiyê gelekî serkeftî bû, lê mixabin xelk heye hewl dide wan hewlan kêmbayix û neşîrîn bike. Tevî hemû ew qeyranê û fişar rûbirûyî Hikûmeta Herêma bûne, lê di rûbirûbûna Korona de, nimûneyeke gelek serkeftî me nîşan da. Ji vir ve we dilniya dikin welatiyên xweşewîst, ku Hikûmeta Herêmê ji hemû kes û aliyekî zêdetir di xema jiyana û bijiya we de ye, ji ber wê hêvîdar im nekevin bin bandora durişm û propagandeya ne rast.

Em hemû rexne û têbîniyên we dibihîsin û daxwazên waqiî û mentiqî jî li ber çav digirin û ji we têdigihin, lê di heman demê de, pêwîst e hin jî têbigihin vê rewşa sexte ya niha heye.

Spasiya xweragirî û qurbanîdana we dikim û piştrast im jî bi piştevaniya we, emê vê rewşa dijwar derbas bikin û Kurdistanê dê ber bi geşbûn û pêşkeftinê ve gavan bavêje, wê demê jî hevparê serkeftin û destkeftan gelek dibin.

Di dawiyê de dubare cejna we pîroz be û daxwaz ji we dikim pabendî xweparêzî û rênimayên tenduristiyê bin, ji ber ku xweparêzî erkekî niştimanî, olî û mirovî ye.

Her parastî û tendurist bin.”