Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

DAIŞ li Mûsilê bihêz bûye

Mûsil-KDP.info- Berpirsê PDKê li Mûsilê Elî Xelîl ragihand ku DAIŞ li Mûsilê bihêz bûye û eger rewş wisa berdewam be dê bihêztir bibin û êrîşên xwe bînin nava bajarê Mûsilê jî.

Elî Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “DAIŞ li parêzgeha Mûsilê heye û berdewam zêde dibin, rêxistinên xwe bihêz dikin û girûp ji nava xwe çêkirine û pêwendiya wan ligel şaneyên veşartî yên li nava Mûsilê heye. Êdî bihêz bûne ku dikarin êrîşan bikin û ziyanê bighînin. DAIŞ li Mûsilê her maye û jinav neçûye û ew çekdarên wê yên berê hîn mane.”

Xelîl wiha got: “Gelek hêzên cuda yên Iraqê li Mûsilê hene, lê ti hevahengî di navbera wan de tune ye û bi hevre rûnanên û ti pilanekê danaynin. Mûsil tije milîs bûye. Lewma DAIŞ li Mûsilê bihêztir bûye. Heya derdora Mûsilê ji aliyê artêşa Iraqê û bi hevahengî ligel Pêşmerge neyê parastin, dê rewşa Mûsilê xerabtir bibe û baştir nabe.”

Elî Xelîl wiha got: “Ew hêzên xerîb ên li Mûsilê, gerek werin derxistin, ji ber ku ew ji bo bazirganiyê û guhertina demografiya Mûsilê hatine, ne ji bo parastina xelkê, lewma rewşa wisa berdewam be dê DAIŞ bihêztir bibe û dê karên terorîstî mezintir bikin, û dê destê wan bighê nava bajarê Mûsilê jî. Lewma divê çareseriyek ji vê rewşê re bê dîtin, ji ber ku niha li sînorê Mexmûrê DAIŞ dexl û danê cotyaran dişewitîne.