Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê ji malbata Îbrahîm Nayif Mistefa Paşa Serokê Eşîra Koçerên Mîran re şand.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Mixabin me nûçeya koça dawî ya Îbrahîm Nayif Mistefa Paşa kesayetiya civakî ya naskirî û serokê eşîra Koçerên Mîran bihîst. Ez pirse û sersaxiyê ji malbata rehmetî re dixwazim. Xwedayê mezin canê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê jî bide malbat û kesên rehmetî.”