Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Fazil Mîranî bo Dengê Amerîka: Xweska dewleta Kurdan jî heba

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî dibêje, xweska dewleta Kurdan heba û bila her 6 mehan carekê jî me mûçeyên xwe nestendiba, lê dewleta me heba me dikarî bi petrola Kurdistanê mûçeyê fermanberên xwe daba.

Mîranî ji Dengê Amerîka re behsa pêwendiyên PDK û YNK dike û dibêje: “Pêwendiyên PDK û YNK sitratejîk in. Ti rêyeke din li pêşiya me herdû aliyan tune ye, jibilî ku em têkelî û pêwendiyên xwe baş bikin. Beriya kongreya YNKê ku beriya çend mehan birêve çû, hinekî pêwendiyên me sar bibûn û ne wan vexwendinek fermî ji me re şand ku em wek mêvan biçin kongreyê YNKê û piştî kongre jî bidawî bû, me jî wek PDK peyameke pîrozbahiyê ji wan re neşand. Wan digot me mêvan dawet nekirine ji bo kongre, lê me piştre dît ku mêvan li kongreyê wan hene. Gerek em li pêşiya mêvanan bana. Lê gerek me peyamek ji wan re şandiba. Niha jî nabe em ji hev dûr bikevin. Bi rastî hem cenabê Serok Barzanî û hem hevalên Polîtburoya PDKê mamele ligel serkirdatiya nû ya YNKê dikin. Em destê xwe naxin nava karûbarê YNKê û em dibînin ku serkirdayetiya niha ya YNKê rêbertiya YNKê dike û em pîrozbahiyê li serkirdatiya nû ya YNKê û li hevserokên wê dikin.”

Fazil Mîranî wiha domand: “Xwedê alîkar be, piştî cejnê dê herdû polîtburoyên PDK û YNK bicivin. Piştî wê civînê emê hewl bidin civîneke bilindtir jî bikin. Em û YNK bê hev nikarin û em temamkerê hev in. Pêwîstiya Kurdistanê bi lihevkirina siyasî ye û yekrêzî hêviya milete jî.”

Sekreterê Polîtburoya PDKê wiha domand: “Hikûmeta niha ya Kurdistanê nefaşil e, wek ku hinek alî hêvî dikin. Hikûmeteke yekgirtî û bihêz e û 3 partiyên mezin ê Kurdistanê ku PDK û YNK û Goran, ava kirine û herwiha pêkhateyên Kurdistanê jî tê de beşdar in. Lê dema ev hikûmet hat, pirsgirêk destpê kirin û Bexda mûçeyên fermanberên Kurdistanê qut kir û nexweşiya Korona hat û buhayê petrolê daket. Xweska dewleta Kurdan heba û bila her 6 mehan carekê jî me mûçeyên xwe nestendiba, lê dewleta me heba me dikarî bi petrola Kurdistanê mûçeyê fermanberên xwe daba.”