Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de sersaxî ji malbata Îbrahîm Nayif PaşaSerokê Eşîra Koçerên Mîran re xwest.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Malbata rêzdar Îbrahîm Nayif Paşa
Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya Îbrahîm Nayif Paşa Serok Eşîra Koçerên Mîran gihîşt me.
Sersaxiyê ji tevahiya malbat û xizim û nasên we re dixwazim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdar im canê Kak Îbrahîm bixe ber dilovaniya xwe û sebir û aramiyê jî bide hemû aliyekî.
Inna Lillah We Inna Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
18.05.2020”