Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Divê azadiya pêkhateyên Kurdistanê parastî be û em qebûl nakin kes êrişî wan bike

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî kir li nûnerên pêkhateyên olî û netewî yên Herêma Kurdistanê di nava hikûmet û parlemantoya Kurdistanê de û di wê hevdîtinê de got, divê azadiya pêkhateyên Kurdistanê parastî be û em qebûl nakin kes êrişî wan bike.

Nêçîrvan Barzanî şanda mêvan piştrast kir û piştgîriya xwe û serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê nîşan da. Nêçîrvan Barzanî ji şanda mêvan re tekez kir ku ew welatiyên resen ên Herêma Kurdistanê ne û divê rêz li biryara wan were girtin û azadiya wan parastî be, herwiha nabe ew bibin beşek jinakokiyên siyasî û nabe û nayê qebûlkirin ku kesek êrişî wan jî bike.

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir li ser parastina yekrêzî û tebayî û bihevrejiyan û hevqebûlkirin û bi cîhanîna mafên pêkhateyên Kurdistanê di destûrê bê yê Kurdistanê de. Nêçîrvan Barzanî herwiha got ku hebûna van pêkhateyên olî û netewî li Kurdistanê cihê şanaziyê û dewlemendiyê ye û wêneyekî ciwan dide Kurdistanê, ku divê ev wêne parastî be û bergîrî lê were kirin.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku niha Herêma Kurdistanê di rewşekê de derbas dibe, ku pêwîstiya wê bi aramî û seqamgîriya siyasî û yekrêzî û tebayî û karê hevbeş ê hemû partiyên siyasî û pêkhateyan heye, û herwiha pêwîst e em hemû bi Hikûmeta Kurdistanê alîkar bin û em hewl bidin ji bo derbaskirina vê qonaxê û ji bo vê yekê jî Serokatiya Herêma Kurdistanê dê ligel hemû alî û pêkhateyan û ligel hikûmetê û parlemantoyê kar û hewl bide ji bo derbaskirina vê qonaxê.