Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mehmûd Mihemed: Girûp û bal ne di nava PDKê de hene û ne jî çêdibin

Hewlêr-KDP.info- Endamê Polîtburoya PDKê û Berdevkê fermî PDKê Mehmûd Mihemed dibêje, di nava PDKê de ti girûp û bal tune ne û çênabin jî, yên van îdîayan dikin, hêviya dilê xwe nîşan didin.

Di hevpeyvînekê de ligel malpera KDP.info de, û di bersiva pirsekê de ku gelo di nava PDKê de bal û girûpên cuda hene, nexasim ku endamekî Rêveberiya YNKê gotibû, (ew nexweşiya ku di nava YNKê de hebû, niha ketiye nava PDKê de jî), Mehmûd Mihemed wiha dibêje: “PDK ji sala 1946ê ve hatiye avakirin û heya niha di pêşengiya xebatê de ye ji bo xelkê Kurdistanê. PDK demeke dûr û dirêj bi tenê rêbertiya tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê kiriye. Piraniya xelkê Kurdistanê piştevaniyê li PDKê dikin. Di dîroka PDKê qet bal û girûp çênebûne. Salên 1950 kêşe di nava PDKê de çêbû û ji PDKê cuda bûn. Salên 1963 û 1964 ew kesên ku di nava PDKê de xwe wek bal dan naskirin, ji nava PDKê derketin, ku bûn kêşeyeke mezin ne ji PDKê re, lê belê ji bo tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê re û ji wir komek tişt destpê kirin. Li vêde dixwazin amaje bi gotineke rehmetî Mam Celal Talebanî bikim ku gotiye: (Me karekî baş nekir, dema em ji General Mistefa Barzanî cuda bûn.” Ev gotina wî bû û di medyayê de hat ragihandin.

PDK di hindurê xwe de şidyayî ye û xwedî lêvegerek e. Xwedî rêber û rêbazeke diyar e. Hin kes tiştna ji xwe re dibêjin, ku hêviya dilê wan e, lê di nava PDKê de ne girûp hene û ne jî bal û ne hebûnek ji van tiştan re heye. PDK yekrêz û teba ye. Wek partiyên din ti girûpên cuda di nava PDKê de derneketine ku navne cuda li xwe bikin. Yek siyaset û yek nerîn û yek araste di nava PDKê de heye û yek tişt tê cêbicîkirin. Ew hevalê ku hêvî kiriye û gotiye nexweşiya me çûye nava PDKê, em jê re dibêjin, ne ew nexweşî hatiye nava me û ne jî cihê wê di nava me de heye. Serokekî me heye, ku Serok Mesûd Barzanî ye. Cêgirê Serok heye û Polîtburoya PDKê heye, Serkirdayetî û encûmenên serkirdayetiya parêzgehan û liqên PDKê hene. Heya niha ti aliyekî ji van li dijî biryarên PDKê derneketiye. Em hemû lêvegera xwe qebûl dikin. Tenê ew hêvî dikin ku bal û girûk di nava PDKê de hebin û hesûdiyê bi PDKê dikin. Bal û girûp di nava PDKê de çênabin jî.”

Derbarê hewlên avakirina sîstema nenavendiya îdarî li Herêma Kurdistanê, Berdevkê PDKê wiha axivî: “Sîstema nenavendiya îdarî, yan daketina deselatan ji destê hikûmetê bo destê parzgeh û qeza û nahyeyan, beşek bû ji nerîna PDKê û di nava PDKê de hatiye cîbicîkirin, ji ber ku her parêzgeheke Kurdistanê taybetmendiya wê heye. Lewma encûmenên rêveberiya parêzgehan hatin avakirina. Dema PDK hikûmeta niha ava kir û ligel YNKê lihev kir û rêkeftina siyasî îmze kir, di madeyekê de di nava wê rêkeftinê de me li ser nenavendiya îdarî lihev kir. Herwiha dema me û Goran jî lihev kir, me li ser vê xalê lihev kir. Serokê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî dema bernameya karê hikûmeta xwe xwend, amaje bi vê xalê kir û got nenavendiya îdarî dê karekî sereke yê hikûmetê be. Lê niha ku Hikûmeta Kurdistanê jiber Korona û kirîza darayî û daketina buhayê petrolê di kirîzekê re derbas dibe, ev mijar bûye rojev li Kurdistanê û dilgiraniyek çêkiriye. Ew dilgiranî jî ji ber wê yekê ye ku tê gotin ku dixwazin Silêmaniyê bikin ser bi Hikûmeta Iraqê ve û Bexdayê ve girê bidin. Herwiha dilgiranî wê demê çêdibe dema ku hin alî naxwazin Hikûmeta Kurdistanê li tevahiya axa Herêma Kurdistanê rêveberiya xwe bike û astengiyan derdixin. Lê li hemberî sîstema nenavendî ti pirsgirêka me tune ye û bernameya me jî jê re heye û zelal e.”

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed behsa pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê kir û wiha got: “Ew êrîşa vê dawiyê ji aliyên hin aliyên siyasî yên Kurdistanê li dijî pêkhateyên Kurdistanê şûnwarê wê hizrê ye ku li Iraqê heye, ku dibêjin welatiyê pileyek û piledû û pilesê heye, û ew hizra ku niha li Kurdistanê derketiye, şûnwara wê hizrê ye. Divê li Kurdistanê welatiyên pileyek û piledû û pilesê tune bin, ku ev karekî xerab e. Turkman û Kildan û Siryan û Aşûrî nekoçer in, ku îro li vir bin û sibe piçin cihekî din. Yan dagîrker in û hatibin welatê me dagîr kiribin. Bi sedên salan e ku ew li vir dijîn. Hemû hewlên me ew in ku bihevrejiyan ciwan be û em bi hevre vî welatî birêve bibin. Em wek PDK bi sextî bergîriyê li pêkhateyan dikin û em bergîriyê li mafên wan dikin. Me zilm dîtiye nabe em zilmê li kesî bikin.”