Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêzîkbûneke baş di navbera ENKS û TEV-DEM de çêbûye

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Li Rojavayê Kurdistanê danûstandinên rasterast di navbera ENKS û TEV-DEMê de destpê kirine ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera herdû aliyan de û niha nêzîkbûneke baş di navbera wan de çêbûye.

Serokê ENKSê Siûd Mela ji malpera KDP.info re ragihand: “Amerîkî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê HSDê Mezlûm Kobanî hewl didin ji bo ku em û TEV-DEMê lihev bikin.”

Mela wiha got: “Tenê me daxwazek ji PYDê kiriye ku endam û alîgirên me yên girtî azad bike ji bo ku bawerî di navbera me de bihêz bibe, lê bersiveke baş li cem wan tune bû û hiceta derdixin.”

Li gorî zanyariyên malpera KDP.info, ENKS û TEV-DEM li ser destpêşxeriya Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Kobanî û di bin çavdêriya Amerîka de û dûr ji ragihandinê, li navendeke hêzên Amerîkayê ev hefteyeke ku dicivin.

Siûd Mela derbarê wan danûstandinan dibêje: “Erê danûstandin di navbera me de destpê kirine û Amerîka bi eşkere ji me herdû aliyan re gotiye, lihev bikin.”

Derbarê gelo hêviya ENKSê heye ku lihevkirinek çêbibe, Serokê ENKSê wiha got: “Em ji aliyê xwe ve cidî ne û di rêkeftinên berê de ligel TEV-DEMê de jî em pêbend bûn, lê ew pêbend nedibin. Niha jî lihevkirina me li ser wê yekê maye, ka Amerîkî çiqasî cidî ne li ser rêkeftina me û em li hêviya Amerîka ne.”

Ji aliyê xwe ve, Hevserokê TEV-DEMê Xerîb Hiso ji malpera KDP.info re ragihand: “Hewl û daxwaza yekîtiyê li cem me heye û em niha di qonaxa destpêka danûstandinan de ne.”

Hiso wiha got: “Em bi hêvî ne ku ev danûstandin bighin armanca xwe û divê nêteke baş li cem me hebe û em herdû alî hest bi berpirsyariyê bikin, ji bo ku miletê me bighê armanca xwe, lewma pêwîst e em bilez lihev bikin. Niha naxwazim her tiştê eşkere bikim, lê nêzîkbûneke baş di navbera me de çêbûye.”