Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nûnerê Turkmanan: Hemû cîhan şanaziyê dike bi vê bihevrejiyana li Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Herêmê yê ji bo Karûbarê Pêkhateyan li Herêma Kurdistanê Aydin Marûf dibêje, li Herêma Kurdistanê giringiyeke mezin bi pêkhateyan tê dan û Kurdistan cihê bihevrejiyana aştiyane ye, ku hemû cîhan şanaziyê bi vê bihevrejiyana li Kurdistanê dike.

Aydin Marûf ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêkhateyên Kurdistanê xwedî taybetmendiya xwe ne û ev pêkhateyên Kurdistanê di Parlemanto û Hikûmeta Kurdistanê de beşdar in û ev yek piştevanî ye ji bo demokrasiyl û mafê mirovan li Herêma Kurdistanê, lewma jî ev bihevrejiyan ji me re xwedî giringiyeke mezin e û cihê şanaziyê ye li cem xelkê Kurdistanê.”

Marûf wiha got: “Dema me serdana welatan dikir, gelekî pesnê rola Herêma Kurdistanê dikirin, ku Herêma Kurdistanê cihê aştî û bihvrejiyanê ye û digotin ev yek cihê şanaziyê ye ji me re jî.”

Wî nûnerê Turkmanan di nava Hikûmeta Kurdistanê de, wiha domand: “Di hemû pirsan de ti kesî guvaş li pêkhateyên Kurdistanê nekiriye û em xwedî raya xwe ne. Raya me jî tê xwestin û raya me jî bi girîng tê dîtin. Kurdistan rijd e li ser wê yekê ku berdewam be li ser bihvrejiyanê.“