Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Çekdarên DAIŞê navçeya Cezîre ya Mûsilê kontrol kirine û xwe di tonêlan de vedişêrin

Mûsil-KDP.info- DAIŞ roj bi roj li Mûsilê metirsiya wê li ser xelkê zêde dibe û cîgirê parêzgarê Mûsilê jî dibêje, çekdarên DAIŞê navçeya Cezîre ya Mûsilê kontrol kirine û xwe di tonêlan de veşartine.

Cîgirê Parêzgarê Mûsilê Refet Simo ji malpera KDP.info re ragihand: “DAIŞ ev çend roj in ku metirsiyeke mezin li ser xelkê derdora Mûsilê peyda kiriye. Di rojên derbasbûyî de êrîş kirine ser gundekî Tileferê û xelkê navçeyê ji ber nebûna hêzên ewlehiyê li navçeyê, bi xwe bergîrî li xwe kirin. DAIŞ niha bûye metirsiyeke mezin li ser xelkê navçeyê.”

Refet Simo wiha got: “Em dizanin ku sentera bihêzbûna DAIŞê kûder e. Ew ji Sûriyê tên Iraqê û vedigerin. Ji sînorê Mûsilê heya bi Enbarê navçeyek heye bi navê Cezîreya Hezer, ku navçeyeke pir berfireh e û bûye hêlana çekdarên DAIŞê. Li sînorê Behac jî ku ser sînorê Sûriyê ye, DAIŞ heye.”

Simo wiha domand: “DAIŞ di tonêlan de xwe vedişêrin û pilanên xwe cîbicî dikin. Valahiya ewlehî sedema sereke ye ji bihêzbûna DAIŞê re. Dema em ji hêzên ewlehiyê pirsyara DAIŞê dikin ew dibêjin DAIŞ nemaye, lê heroj çalakiyên xwe yên terorîstî dikin.