Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Seroka Frakisyona PDKê: Kurd derbarê hikûmeta nû ya Iraqê yekdeng in

Bexda-KDP.info- Seroka Frakisyona PDKê di Parlemantoya Iraqê de dibêje, sibe dê Parlemantoya Iraqê deng bide li ser hikûmeta nû ya Iraqê û derbarê wê de, nerazîbûn di nava aliyên Şîe û Sunneyan de hene û Kurd jî yekdeng in.

Dr. Viyan Sebrî ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryar e sibe Çarşemê Parlemantoya Iraqê bicive derbarê dana baweriyê bi hikûmeta Mistefa Kazimî û dê parlemanto deng bide vê kabîneyê, lê heya niha di nava Şîe û Sunneyan de aliyên nerazî ji vê kabîneyê hene, lewma jê nexuya ye ku dê encamê wê dengdanê çawa be.”

Sebrî wiha got: “Ji bo dengdanê li ser kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê Kurd yekdeng in, lê ew yak li ser frakisyonên Kurdistanê dimîne ku dê deng bidin kabîneya nû yan na.”

Attachments area