Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Ragihandina PDKê: Seîd Gabarî têkoşer bû û gelekî xizmeta doza rewa ya gelê xwe kiriye

Hewlêr-KDP.info- Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê bi boneya koça dawî ya Hunermend Seîd Gabarî di peyameke sersaxiyê de ragihand, Seîd Gabarî têkoşer bû û gelekî xizmeta doza rewa ya gelê xwe kiriye.

Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê di peyamaxwe de sersaxî ji malbat û dost û hezkiriyên rehmetî re xwest û ragihand: “Bi dax û xemeke zêde me îro nûçeya koça dawî ya Hunermendê gelê xwe Seîd Gabarî bihîst. Em sersaxiyê ji malbata wî ya têkoşer û mervên wî û hezkiriyên wî re dixwazin. Em şirîkê xema we ne.

Seîd Gabarî li Rojavayê Kurdistanê jidayik bûye û yek ji hunermendên naskirî yên Kurdistanê bû, ku nêzîkî 50 salî di warê huner û muzîk û sitrabêjiyê de kar kiriye û xwedî deng û rêçkeke hunerî taybet bi xwe bû. Herwiha çendîn car jî ji ber helwêstên wî yên netewî û niştimanî ji aliyê dijminên gelê me ve hatiye êşandan û eşkencekirin.

Seîd Gabarî hunermendekî têkoşer bû ku bi rêya sirûd û sitranên netewî û şoreşgêrî xizmeteke mezin a huner û filiklorê Kurdî û doza rewa ya gelê me kiriye.”