Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Seîd Gabarî biryar bû îro li ser fermana Mesrûr Barzanî bo nexweşxaneyeke Almanyayê bihatiba şandin

Hewlêr-KDP.info- Hunermendê navdarê Kurd Seîd Gabarî, bi sedema nexweşiya penceşêra pişikan îro li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê koça dawî kir. Biryar bû îro li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Seîd Gabarî bo wergirtina çareseriyê bo Almanyayê bihatiba şandin.

Îro Duşema 4ê Gulana 2020 hunermendê navdarê Kurdistanê û xelkê Rojavayê Kurdistanê, Seîd Gabarî di temenê 65 saliyê de bi sedema nexweşiya penceşêra pişikan li Nexweşxaneya Serdem a bajarê Hewlêrê koça dawî kir.

Dema 20 rojan bû ku hunermend Seîd Gabarî bi sedema derketina nîşanên vê nexweşiyê û bandora li ser tendirustiya wî li nexweşxaneyê hatibû dermankirin.

Li gorî zanyariyên malpera KDP.info, biryar bû îro li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Seîd Gabarî bo wergirtina çareseriyê bo Almanyayê bihatiba şandin, lê belê îro serê sibehê ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir.

Termê hunermendê navdarê Kurd, Seîd Gabarî li ser wesiyeta wî bi xwe, li goristana Mela Omer a li bajarê Hewlêrê û li nêzîk gorên endamên malbat û kesûkarên xwe hat veşartin.