Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Tevgera DAIŞê li Xaneqîn berfireh bûye û Erebên deverê alîkariya wan dikin

Xaneqîn-KDP.info- Çekdarên DAIŞê li Xaneqîn û derdora wê berfireh bûye û bi çekên pêşketî êrîşî hêzên Iraqê û welatiyên sivîl dikin. Berpirsê PDKê li Xaneqîn dibêje, Erebên navçeyê jî alîkariya wan çekdaran dikin.

Şêx Ceifer Şêx Mistefa Berpirsê Liqa 15 ya PDKê li Xaneqîn ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku Hevpeymaniya Navdewletî balafirên xwe nema şand ser navçeyê, çekdarên DAIŞê li Xaneqîn û derdora wê tevgera xwe berfireh kirin û niha bi eşkere li navçeyê diçin û tên. Sînorê Neftxane heya bi gundên Baqûbe û Hewza Hemrîn bûye cihê mana wan çekdarên DAIŞê.”

Şêx Ceifer Şêx Mistefa wiha got: “Erebên navçeyê alîkariya çekdarên DAIŞê dikin û beşek ji wan çekdaran berê di nava Heşda Şeibî de bûn û niha bûne DAIŞî. Herwiha hin kes bi roj xwe dikin cotkar û li navçeyê diçin û tên, lê bi şev radijin çekên qenas ê pir pêşketî û êrîş dikin ser hêzên Iraqê.”

Wî berpirsê PDKê li Xaneqîn wiha domand: “Çekdarên DAIŞê li gorî zanyariyên me hejmara wan li navçeyê zêdetirî 300 kesî ye û tevger û hejmara wan zêdetir dibe û herwiha çekên pêşkeftî dighê destê wan û dema êrîş dikin matoran bikar tînin û her matorek 2 kes lê siwar dibin. Wan çekdaran pêwendiyên xwe çêkirine û xwe li şikeft û baxan vedşêrin û ew cih kirine navendên xwe.”