Hewlêr-KDP.info- Rêveberê Ragihandin û Hişyariya Niştimanî ya Wezareta Pêşmerge Lîwa Babekir Feqê Ehmed ragihand, ji ber ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hest bi metirsiya DAIŞê dikin û ha ji hemû tevgerên terorîstan hene, biryar dane berdewam bin li ser perwerdeya leşkerî ya Hêzên Pêşmerge û piştî cejnê dê dest bi rahênana Pêşmerge bikin.
Lîwa Babekir Feqê Ehmed ji malpera KDP.info re ragihand: “Tevgera DAIŞê pir zêde bûye, nexasim li navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 û Hevpeymaniya Navdewletî jî çavdêriya DAIŞê dikin û ha ji tevger û karên wan hene, ku gelek caran ew bi xwe zanyariyan ji me re dişînin, lewam wan biryar dane ku dest bi perwerdeya leşkerî û rahênana Pêşmerge bikin.”
Ehmed wiha got: “Di heyama derbasbûyî de, ji ber nexweşiya Koronayê û piştre jî ji ber hatina meha Remezanê rahênana Pêşmerge ji aliyê Hevpeymanan ve rawestiya bû û niha dê careke din destpê bike.”