Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Bêtirî milyonk koçberên Iraqê li Kurdistanê mane..Bexda jî alîkariya wan nake

Hewlêr-KDP.info- Rêveberê Koç û Koçberan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şakir Yasîn ragihand ku bêtirî milyonk koçberên Iraqê yên ku ji ber DAIŞê reviya bûn, hêj li Herêma Kurdistanê ne û venegeriyane ser cih û nalên xwe. Herwiha dibêje, Bexda jî wek pêwîst alîkariya van koçberan nake.

Şakir Yasîn ji malpera KDP.info re ragihand: “Bêtirî 40 kampên koçberan li Herêma Kurdistanê hene û hejmarek ji wan kampan jî taybet in bi koçberên dema şerê DAIŞê. Mixabin ji ber barê giran ê li ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek koçber li dervey kampan jî bicîh bûne.”

Yasîn wiha got: “Bêtirî milyonk koçberên Iraqê, yên ku ji ber DAIŞê reviya bûn, hêj li Herêma Kurdistanê ne, ku ji herdû parêzgehên Mûsil û Enbar hatine. Hikûmeta Kurdistanê wek erkeke mirovatî hemêza xwe ji van koçberan re vekiriye lê Hikûmeta Iraqê jî wek pêwîst alîkariya Hikûmeta Kurdistanê nake ji bo ku em jî wan alîkariyan bighînin destê koçberan.”