Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

NY: Iraq ber bi çarenivîseke nediyar ve diçe

Bexda-KDP.info- Nûnera sekreterê giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê (UNAMI) radigehîne ku Iraq ber bi çarenivîseke nediyar ve pêngavan davêje.

UNAMI, di tora xwe ya civakî ya twitterê de ragehand, pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bi awayekî ku hemû alî piştevaniyê lê bikin, karekî pêwîste.

Nûnera UNAMI Jeanine Hennis-Plasschaert li ser twitterê ragehand, rêkeftina siyasî li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê nîşaneya pêgeheştina siyasî ye.

Jeanine Hennis – Plasschaert û UNAMI hişyariya wê yekê dikin ku aliyên Iraqî, Iraqê ber bi çarenivîseke nediyar ve dibin. Û bo negeheştina wê çarenivîsa nediyar jî demekî kêm li ber dest e.