Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Êrişên DAIŞê li Iraqê berdewam in

 

Diyala-KDP.info- Îro serê sibeha 2.5.2020 li parêzgeha Diyala ji ber êrîşa DAIŞê li ser Heşda Şeibî, hejmareke çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin û psporekî serbazî jî dibêje, DAIŞ hêj li Iraqê bihêz e.

Herwiha şevê din jî terorîstên DAIŞê li parêzgeha Selahedîn êrîş kirin ser hêzên Heşda Şeibî û di encamê de 10 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin û ziyanên DAIŞê jî hêj nexuya ne.

Psporê serbazî Eqîd Hêmin Salih derbarê êrîşên DAIŞê ji malpera KDP.info re ragihand: “Bexda ji bo propagendeya hilbijartinan bidawîhatina DAIŞê ragihand û ew yek nerast bû. Ji ber ku li gelek navçeyên Iraqê hêj çekdarên DAIŞê çalak in. Hêzên ewlehiyê û hêzên leşkerî yên Iraqê nikarin rewşa ewlehiyê kontrol bikin.”

Salih wiha got: “Heya hizrê DAIŞ li Iraqê mabe, vêga di bin her çi navî de be, dê wek niha karên terorîstî berdewam bin. Ew sedemên ku bûn sedema serhildana DAIŞê hêj mane.”