Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî bo nûnera NY: Qutkirina mûçeyê fermanberên Kurdistanê neyasayî û nedestûrî ye

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 28/04/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya xanima Jeanine Plasschaert Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir.

Di civînê de ku Dr. Edhem Îsmaîl Nûnerê Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) amade bû, herdû aliyan rewşa siyasî ya Iraqê û hewlên ji bo pêkanîna Hikûmeta Federal û pêşhatên dawî yên rûbirûbûna şewba Koranayê guftûgo kirin.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê li ser bingeha dabînkirin û parastina mafên destûrî, piştgiriyê li Mistefa Kazimî dike ku Hikûmeta nû ya Federaliya Iraqê pêkbîne û hêvî xwest bikare di dema xwe ya diyarkirî da hikûmetê pêkbîne. Herwiha rola Nûneratiya Neteweyên Yekgirtî li Iraqê yên ji bo hevkariya Iraqiyan li pirsa pêkanîna hikûmetê û rasterêkirina rewşa siyasî ya Iraqê da bilind nirxand.

Di beşeke dinî civînê de herdû aliyan rewşa darayî ya Iraqê û qutkirina mûçeyên fermanberan û mûçexurên Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Federaliya Iraqê ve xiste ber behs û di vê derbarê de Serok Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku nabe mûçe û pereyên Herêma Kurdistanê bibin pirsekî siyasî û van hengavên Bexdayê bi karekî nedestûrî û neyasayî da zanîn.

Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz jî ji Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî kir ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê li gel Bexda rola xwe bibîne.

Pêşhatên dawî yên belavbûna şewba Korona li Iraq û Herêma Kurdistanê û hengavên rûbirûbûna wê, mijareke dinê civînê bûn ku tê de Nûnera Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) çawayiya muamelekirin û rûbirûbûna şewbê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bilind nirxand û li gel Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê spasî û destxweşiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin. Serok Nêçîrvan Barzanî jî ji bo hevahengiya li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasî rêxistinê kir.