Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî spasiya xelkê Kurdistanê dike: Em şanaziyê bi we dikin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de spasiya welatiyan, hêzên ewlehiyê, kadroyên tendirsutiyê û medyayên Herêma Kurdistanê dike û dibêje, “em bi we şanaz in.”

Nêçîrvan Barzanî li ser hesabên xwe yên li twitter û facebookê têkildarî rewşa niha ya li Herêma Kurdistanê ya bi sedema vîrusa koronayê, peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de dibêje: “Spasiya hemwelatî û akinciyên Herêma Kurdistanê dikim, ji ber mana wan li malê û pabendbûna wan bi rênimayiyan.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha spasiya “karmendên tendirustiyê, Pêşmerge, karmendên firokexaneyan û deriyên sînorî, dezgehên ewlehiyê, medya û tevahiya qehremanên ku bo parastina Kurdistanê ji vîrusa koronayê ranawestin”, dike û dibêje: “Em bi we şanaz in.”