Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Donald Trump Cejna Newrozê li Nêçîrvan Barzanî pîroz kir

Hewlêr-KDP.info- Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi helkefta Cejna Newrozê nameyeke pîrozbahiyê ji birêz Donald Trump Serokê Amerîka ve gihîşt destê wî, ku ev jî naveroka wê nameyê ye:

Birêz cenabê

Serok Nêçîrvan Barzanî

Herêma Kurdistanê

Komara Iraqê

Birêz cenabê Serok

Bi navê gelê Amerîka, hêviya newrozeke xweş ji bo we û gelê Herêma Kurdistana Iraqê dixwazim.

Me bihevre destkeftên mezin li dijî DAIŞê bidestve anîn. Em bi hêvî ne ku derfetên nû ji bo bihêzkirina peywendiyên me yên abûrî û ewlehî yên li gel hikûmeta we de pêk bên.

 

Li gel rêzên min,

 

Donald Trump