Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Wezîrê Gencîneya Amerîkayê peywendiyeke telefonî encam dan.
Êvara 24/03/2020an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Wezîrê Gencîneya Amerîkayê Marshall Bilingisli harîkarê taybet bi rûbirûbûna şerê li dijî terorê peywendiyeke telefonî encam dan.
Di wê peywendiya telefonî de, gotûbêj derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka hatin kirin.
Serokwezîr Barzanî di wê peywendiya telefini de ronahî xiste ser wan rêkarên hikumetê girtine ber bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê û mekanîzmaya hevkarîkirina Herêmê ji aliyê Amerîkayê ve.
Herweha Mesrûr Barzanî amaje kir bi giringiya berdewambûnê li ser karnameya çaksaziya kabîne ya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê û geşepêdana weberhînana Amerîka li Herêma Kurdistanê .