Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Kesên rênimayan binpê bikin dê bi tundî bêne cezakirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hişyarî da wan kesên ku guh nadin ferman û tedbîrên hikûmetê yên li hember metirsiya belavbûna nexweşiya vîrusa koronayê û dibêje ku kî rênimayên di çarçoveya rûbirûbûna Covid-19ê de binpê bike dê bi tundî were cezakirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber zêdebûna hejmara tûşbûyên vîrusa koronayê bi taybetî li Silêmaniyê, peyamek belav kir û têde hişya rî da wan kesên ku pabendî rênimayên rênimayên di çarçoveya rûbirûbûna Covid-19ê de nebin.

Mesrûr Barzanî dibêje ku ew kesên pabendê tedbîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên li hember metirsiya belavbûna koronayê nebin dê bi tundî werin cezakirin.

Di peyama xwe de Mesrûr Barzanî dibêje: “Mixabin hejmara tûşbûyên koronayê li Herêma Kurdistanê bi taybetî li parêzgeha Silêmaniyê zêde dibe û sedema vê yekê jî ew e ku wek pêwîst hevkariya damûdezgehên peywendîdar nayê kirin û rêkarên hatine ragihandin ji aliyê hejmareke xelkê ve nayê cîbicîkirin û binpêkirirna rênimayan jî li sînoran berdewam e.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwazê ji hemû welatî û kesên li Herêma Kurdistanê dimîne dike ku pabendî rênimayên herdu wezaretên navxwe û tendirustiyê bin da ku bikarin rêgiriyê li ber belavbûna vîrusa koronayê bigirin.

Serokê Herêma Kurdistanê dibêje: “Tevî agahdarkirin û tedbîrên pêwîst ên ji aliyê damûdezgehên hikûmetê ve hatine ragihandin; mixabin heta niha ji aliyê hinek kesan ve binpêkirin berdewam in û bi vê yekê jî ne tenê jiyana xwe, di heman demê de jiyana kesûkarên xwe û tevahiya xelkê Kurdistanê dixin metirsiyê.”

Mesrûr Barzanî herwiha dibêje ti berjwendiyeke taybetî ne hêjaye ku jiyana xwe û xelkê jî bixin bin metirsî û gefan û daxwazê ji damûdezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku ew kesên ku guh nadin ferman û tedbîrên hikûmetê yên li hember metirsiya belavbûna Covid-19ê û dibin sedema jiyana xelkê bikev metirsiyê bi awayekî tundtir ceza bike.

Di berdemiya peyam xwe de Mesrûr Barzanî got: “Hêvî dikim welatiyên hêja zêdetir bi metirsiya vê vîrusê bihesin, tiştê ku li ser hikûmetê bûye me kiriye û em berdewam dibin, lê lazim e tevahiya me hevkarên hevdu bin, rola hikûmet û welatiyan di vê rewşê de temamkera hev in.”

‏Derbarê derfetên pergala tendirustiya Herêma Kurdistanê de jî Serokwezîrê Kurdistanê diyar ku karînên wan kêm in û wiha pê de çû: “Di dema zêdetir belavbûna koronayê de kêşeyên heyî dê zêdetir bibin. Bi cidî wernegirtin anjî her binpêkirinek dibe ku encamên trajîk bi xwe re bîne, lazim e her kes û tevahiya aliyan dev ji berejwendiyên xwe yên taybetî berdin û di xema giştî ya xelkê Kurdistanê de bin, ji ber ku kes nikare xwe ji bandor û encamên koronayê biparêze.”

‏Serokê Herêma Kurdistanê herwiha daxwaz ji welatiyên Kurdistanê kir ku bi hesteke berpirsiyarane tedbîr û şîretan liber çav bigirin û jiyana xwe, kesûkar û welatiyan biparêzin, di vê dema diyar kirî de li malên xwe de bimînin û kêmtir hatûçû bikin û bila têkiliyên xwe kêm bikin.

Serokwezîr Mesrûr di dawiya peyama xwe de dibêje: “Di dawiyê de spasiyê li xweragiriya piraniya xelkê Kurdistanê dikim. Spasî û pêzanîna xwe arasteyî tîmên tenduristî, bijîşk û peresterandikim ku di hêla pêşî ya rûbirûbûna vê petayê de ne. Spasiya hêzên navxwe, kardemên şaredariyê, kehreba û hemû dezgehên xizmetguzariyê dikim, ku bi şev û roj di parastina xelkê û bicihkirina rênmayan de berdewam in”.