Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî Newroz pîroz kir: Bi hevkariya hevdû emê vê qonaxê derbas bikin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya hatina Cejna Newrozê û serê sala nû ya kurdî peyamek belav kir. Ev jî deqa wê peyamê ye:

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

“Bi minasebeta cejna Newrozê û serê sala nû ya kurdî, pîrozbayiyên gerim pêşkêşî gelê Kurdistanê bi taybetî pêşmergeyên qehreman û malbetên serbilind ên şehîdan dikim. Hêvî dikim Newroz bibe sedema xêr û xweşiyê bo xelkê Kurdistanê.

Weke tê zanîn îsal ji ber belavbûna Korona û bandora wê ya abûrî, em di rewşeke dijwar de vê cejna han ya nîştimanî pîroz dikin, jiber pêbendbûna we bi şîret û tedbîrên tendirostî yên ku bo parastina we hatine stendin, weke kêmkirina hatinûçûyê, spasiya we dikim. Piştrast bin ku bi hevkariya hevdû ev kirîza han jî derbas dibe, weke çawa di demên derbasbûyî de bi xweragîrî bi ser gelek rewşên dijwar de biser ketine.

Hêvî dikim astengên ku hatine pêş bibin derfetek ku em li xwe vegerin û jibo xweparastina zêdetir di pêşerojê de. Ev rewşa han di warê abûrî de jî zêdetir hana me dide da ku berdewam bin li ser cîhbicîhkirina prosesa reformên darayî û îdarî ku yek ji karên herî li pêş ên kabîneya 9an a hikûmeta herêmê ye, bi taybetî ku di destpêka karkirinê de me tekezî li ser siyaseta pirengkirina abûriya Herêma Kurdistanê û pişt girênedana bi yek çavkaniya dahatê kiriye, ew rewşa han jî wisa dike ku em li ser reforman rijd bin.

Newroza we pîroz be û hêvî dikim Kurdistan jî bihêztir û awedantir be

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

20.3.2020”