Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Newroz û serê sala nû ya Kurdî pîroz be

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi boneya Newrozê û serê sala nû ya Kurdî peyamek belav kir û pîrozbahî li hemû xelkê Kurdistanê kir.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi boneya hatina cejna Newrozê û serê sala 2720 a Kurdî pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû Kurdistaniyên xweşdiviyên li hûndir û derveyê welat dikim û hêviya aştî û aramiyê ji bo hemû aliyekî dixwazim.

Mixabin niha navçeya me û hemû cîhan rastî gefa şewb û petayeke cîhanî hatiye û bi vê sedemê jî gelek welatên cîhanê di rewşeke xerab a tendirustî û abûrî de derbas dibin. Ji bo gelê Kurdistanê jî ev şewb bûye gefeke mezin û derbasbûna wê îradeyekî hevbeş û pêbendbûn û xweparêziya giştî pêwîst e. Bi pêwîst dizanim ku daxwazê ji hemû aliyan bikim ku wekî erkekî niştimanî bi hûrî pêbendî rênimayiyên tendirustî û rêkarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar bibin. Çiqasî em hemû pêbendî rênimayiyan bibin û xwe biparêzîn ewqasî jî dê gefa wê şewba metirsîdar li ser welatiyên Kurdistanê kêmtir dibe.

Cihê xwe ye destxweşiyê li destpêşxerî û biryar û hengavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikim ku her li serê destpêka vê şewbê heya niha, bûne sedema wê yekê ku rêjeya belavbûna şewbê di astekî gelek kêm de bimîne, ew jî li gorî welatên derdorê, û Herêma Kurdistanê parastîtir bimîne.

Spasî ked û xebata şev û roj ya pîmên pizîşkî, Asayîş, Polîs, Pêşmerge û hemû aliyên peywendîdar dikim ku di vê roja dijwar de berpirsiyariya dîrokî û hestiyar li ser milê wan e û erkekî mînakî û nimûneyî bi cîh anîne.

Ji wê yekê piştrast im ku pişt bi xwedê û bi hevkariya di navbera xelk û Hikûmeta Kurdistanê û pêbendbûna hemû aliyekî emê vê astengiyê jî bi selametî derbas dikin.

Newroza we pîroz û hêviya xweşî û şadî û tendirustiyê ji bo xelkê xweşdiviyê Kurdistanê dixwazim.

 

Mesûd Barzanî

20.03.2020