Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Kurd û Sunne razî ne ku Adil Ebdulmehdî bimîne serokwezîrê Iraqê

Bexda-KDP.info- Ji ber hebûna gelek nakokiyan di navbera aliyên Şîe de, hêj li ser kesekî ji bo serokatiya hikûmeta Iraqê lihevnekirine. Kurd û Sunne û beşek mezin ji aliyên Şîe razî ne ku Adil Ebdulmehdî serokwezîrê ku dest ji karê xwe berdaye, dîsa li karê xwe vegere.

Serokê Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa ji malpera KDP.info re ragihand: “Partî û aliyên siyasî yên Şîeyan berdewam dicivin û hewl didin ku kesekî ji xwe diyar bikin ku serokatiya Hikûmeta Iraqê bike, lê heya niha li ser ti kesî lihev nekirine.”

Faris Îsa wiha got: “Nakokî û pirsgirêkên di navbera aliyên Şîe de mezin in û ew nikarin kesekî ji xwe derxînin ji bo ku hikûmetê ava bike û ji xwe dema yasayî jî ji bo diyarkirina kesekî bidawî dibe. Lewma jî Kurd û Sunne û beşek mezin ji Şîeyan jî ligel wê yekê ne ku Adil Ebdulmehdî li ser karê xwe berdewam be heya dema hilbijartinan.”