Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Bexda dixwaze malbatên DAIŞê li Zummar bicîh bike

Zummar-KDP.info- Rêveberê Nahiyeya Zummar a parêzgeha Mûsilê Ehmed Gergerî dibêje, Hikûmeta Iraqê dixwaze bi pilanekê DAIŞiyên li Iraqê û malbatên wan li Zummarê bicîh bike.

Ehmed Gergerî ji malpera KDP.info re ragihand: “Hikûmeta Iraqê nêzîkî 2500 çadir li Zummar vedaye ji bo ku malbatên DAIŞê tê de bicîh bike. Ew malbat jî ne xelkê Mûsilê ne, yan biyanî ne û yan jî xelkê parêzgehên din ên Iraqê ne.”

Gergerî wiha got: “Heya niha me û rêveberên nahiyeyên Rebîe û Eyaze û xelkê navçeyê me kariye nehêlin wan DAIŞiyan bînin navçeyê û em qet qebûl nakin wan bînin devera me.”

Gergerî wiha domand: “DAIŞ bi awayekî veşartî li navçeya Zummar heye û veşartî kar ji bo xerabkirina rewşa ewlehiyê li deverê dike û li derfetê digerin ji bo ku karên terorîstî bikin, lê eger li vir bicîh bibin dê bihêztir bibin li navçeyê.”