Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

DAIŞ li navçeyên Kurdistanî Kurdan direvîne

Hewlêr-KDP.info- Ev demek e ku çekdarên DAIŞê li deverên Kurdistanî yên benda 140 welatiyên Kurd direvîne û li hemberî berdana wan daxwaza pereyan dikin. Berpirsekî Kurd li Kerkûkê jî dibêje, ji bo ku aramî vegere wan navçeyên Kurdistanî divê Hêzên Pêşmerge vegerin wan navçeyan.

Cîgirê Serokê Encûmena Serkirdatiya kerkûk – Germiyan a PDKê Diyarî Husên ji malpera KDP.info re ragihand: “Çekdarên ser bi rêxistina terorê ya DAIŞê tevgera wan zêde bûye û nexasin li navçeyên Kurdistanî yên benda 140, ku rojane diçin ser gundên Kurdan û xelkê me digrin û şehîd dikin.”

Diyarî Husên wiha got: “Mixabin rewşa zehmet bûye û Kurdan digrin û li hemberî berdana wan daxwaza pereyan dikin û di çend rojên derbasbûyî de jî ev tişt zêde bûye.”

Wî berpirsê PDKê li Kerkûkê wiha domand: “Navçeyên Kurdistanî aloziyên ku tê de çêbûne, çareser nabin heya ku Pêşmerge venegerin wan navçeyan û parastina wan nekin.”