Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Siyasetmedarê Iraqê yê Sunne: Divê mafê Kurdan li Iraqê parastî be

Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedarê Iraqê yê Sunne Mîsal Alûsî ragihand, Kurd di Iraqê de duyemîn mezintirîn netewe ye û divê mafên Kurdan di hikûmeta nû ya Iraqê de parastî be û rê li Kurdan were girtin.

Mîsal Alûsî ji malpera KDP.info re ragihand: “Kurd li Iraqê duyemîn mezintirîn netewe ye li Iraqê û eger Kurdan beşdar nekin di hikûmeta nû ya Iraqê de, dê ti wateyek ji demokrasî û proseya siyasî ya Iraqê re nebe.”

Alûsî wiha got: “Ti hikûmetek li Iraqê bi bê Kurdan ava nabe û divê rêzê li Kurdan bigrin, ji ber ku eger em bixwazin hevsengiya siyasî li Iraqê hebe divê daxwaz û mafên Kurdan cîbicî bibin û parastî bin.”