Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Baydemîr: Herêma Kurdistanê mînakek e ji bo temamî navçeyê

Duhok-KDP.info- Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr ragihand ku Herêma Kurdistanê mînakeke ciwan e li tevahiya navçeyê û semboleke ciwan e bo temamî xelkê Kurdistanê.

Osman Baydemîr di daxuyaniyekê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Beriya 2 salan hatim Herêma Kurdistanê, herêmeke ciwan û rêkûpêk bû, niha piştî 2 salan careke din hatime û guhertineke mezin çêbûye û vê yekê min dilxweş kir.”

Baydemîr wiha got: “Tişta ku niha li Herêma Kurdistanê tê dîtin mînakeke ciwan e. Parlemantoya Kurdistanê hemû pêkhate û olên cuda li xwe digre, ev yek jî bala min kişand, ku dezgehe mezin li Herêma Kurdistanê bûye sîwan ji hemû aliyên cuda re û di wê dezgeha mezin de hemû deng û rengên cuda tên dîtin.”

Osman Baydemîr wiha domand: “Pêwîst e em hemû li ser bingeha aştî û pêkvejiyanê û diyalogê biaxivin ji bo ku em bighên mafên xwe.”