Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

“Boneyên îsal ên Newrozê li Hewlêrê nayên kirin..Korona negihaye Hewlêrê”

Hewlêr-KDP.info- Îro 26.02.2020ê parêzgerê Hewlêrê Firset Sofî di kongreyeke rojnamevanî de ragehand, di çarçoveya tewdîrên li hember vîrusa korona de me biryar daye ku îsal bone û pîrozbahiyên Newroz û Adarê neyên kirin. Herwiha tekez kir ku hêj nexweşiya korona negihaye parêzgeha Hewlêrê.

Firset Sofî got: “Em li gorî biryarên civîna Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ku hemû parêzgerên herêma Kurdistanê, qaymeqam û berpirsên sînorên navdewletî jî tê de amade bûn, li gor encamên wê civînê îro bi amadebûna aliyên peywendîdar ve bicîhanîna wan biryarên hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo xweparastina ji nexwaşiyê û tewdîrên wê hatin gotin.’’

Firset Sofî ragehand: “Bi keyfxweşî ve li gor wezareta tenduristiyê û rêveberiya tenduristiya Hewlêrê aşkera kiriye, heta naha ti bûyerekî vîrusa korona li sînorê parêzgeha Hewlêrê nehatiye tomar kirin. Ji ber wê em hemû rêkarên pêwîst me girtiye, her ji naha ve jî li ser sînoran heta nav bazarê û dayîna rênmayiyên pêwîst ên tenduristiyê û dabîn kirina amûr û tiştên ku pêwîstin bo xweparastinê ew hemû rêkar û tewdîr hatine girtin.”

Parêzgerê Hewlêrê got: “Em hemû hemwelatiyên parêzgeha Hewlêrê piştrast dikin, em li gel hemû qaymeqamiyetan li gel rêvebertiya giştî ya tenduristî, li gel saziyên ewlehiyê û hemû fermangehên din jî hemû karên pêwîst ên xweparastinê emê bigrin bo ku em bikarin tenduristiya giştî li bajarê xwe biparêzin û em hemwelatiyên bajarê xwe piştrast dikin ku rewşa bazarê emê kontrol bikin û rê nadin kesên firsetçî rewşê li gor sûdên xwe yên madî bikarbînin.”