Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokatî û partiyên siyasî yên Kurdistanê: Pêngavên Ellawî ne cihê piştrastbûn û baweriyê ne

Hewlêr-KDP.info- Civîna Serokê Herêma Kurdistanê ya li gel şanda partiyên Kurdistanî ku gotûbêj li ser kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê dikirin, bidawî bû û piştî civînê hat ragihandin ku ew pêngavên heta niha ji aliyê birêz Ellawî ve hatine avêtin, ji bo gelek aliyan û pêkhatên gelê Iraqê cihê piştrastbûn û baweriyê nîne.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrva Barzanî îro Duşema 24.2.2020 bi mebesta gotûbêjkirina encamdana daûnstandinên şanda Herêma Kurdistanê li Bexdayê, taybet bi pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, ligel wê şandê bi amadebûna serokatiyên hikûmet û parlamentoya Kurdistanê û kesên yekêm ên partiyên siyasî civiya.

Di civîna îro de piştî gotûbêj û nirxandina encama serdana şanda serdana Bexdayê kiriye, ji bo aramkirina rewşê gihîştine encaman.

Biryarên civîna Serokê Herêma Kurdistanê ligel aliyên siyasî ev in:

1- Kar ji bo pêkanîna hikûmetek dikin ku şiyana wî ya çareserkirina kêşeyên niha ya Iraqê hebe û kareke cidî ji bo vegerandina aramiyê ji bo Iraqê û amadekariyê ji bo hilbijartina pêşwext bike û cihê baweriya hemû pêkhatên gelê Iraqê be.

2- Ew pêngavên heta niha ji aliyê birêz Ellawî ve hatine avêtin, ji bo gelek aliyan û pêkhatên gelê Iraqê cihê piştrastbûn û baweriyê nîne. Ji bo wê yekê daxwaz dikîn ku pêwîst e pêdaçûnê bi şêwaza kar û bernameya xwe de bike bi cureyek ku hikûmeta nû daxwaza hemû pêkhatên Iraqê pêk bîne.

3-Gilî û pêdagiriyê li ser parastina qewareya destûriya Herêma Kurdistanê û desteberkirina hemû mafên destûriyên Herêm û navçeyên kêşe li seran dikîn. Pêkhate, sazî û dezgehên fermî yên Herêma Kurdistanê, tenê dikirin nûnerên Herêma Kurdistanê li ser bingeha hevbeş ya rasteqîn, niştimanî û hevsengî diyar bikin.

4- Niha Iraq rûbirûyê gefeke mezinê navxweyî û derekî bûye û bi werçerxanekî metirsîdar dîrokî re derbas dibe. Ji bo wê yekê daxwaz dikîn ku pêwîste  serkirdeyên siyasiyên Iraqê li ser masaya guftûgoyê rûnin û bigihin biryarekî yekgirtî ya niştimanî.

5- Bi navê pêkanîna van armancan, şanda Herêma Kurdistan li gel aliyên siyasî yên Iraqê, li ser gotûbêjan berdewam dibe.