Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Baydemîr: Rola Serok Barzanî di yekîtiya gelê Kurd de gelekî girîng e

Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê Osman Baydemîr serdana Parlemantoya Kurdistanê kir û piştî serdanê Hêmin Hewramî Cîgirê Serokê Perlemanê û Osman Baydemîr ji rojnamevanan re axivîn. Baydemîr got, rola Serok Barzanî di yekxistina dengê gelê Kurd de gelekî girîng e.

Hêmin Hewramî di destpêkê de, got: “Parlemantoya Kurdistanê ji tevaya pêkhateyên Kurdistanê pêkhatiye û em rijd in li ser wê yekê ku çareseriyeke aştiyane ji bo pirsa Kurd li Bakurê Kurdistanê hebe li ser bingeha bi hevre jiyanê, berjewendiya hevpar, rêzgirtin û cîraniya baş li gel gelên din jî li deverê.”

Herweha got: “Careke din bi navê tevaya firakisyonên Kurdistanî ku tevaya nûnerên wan li vir amade ne, ez gelekî bi gemî bixêrhatina Osman Baydemîr dikim û em şerefmend in bi hatina wî bo Parlemantoya Kurdistanê.”

Ji aliyê xwe ve, Osman Baydemîr got: “Berî hertiştî îro bo min rojeke dîrokî ye, şeref û rûmetek mezin e ku ez îro li gel tevaya partiyan li Parlemantoya Kurdistanê me. Ev derfetek e mezin e bo herçar parçeyên Kurdistanê û bo hemû Rojhilata Navîn, îro min carek dî bi çavên serê xwe dît, Parlemantoya Kurdistanê parlemantoya hemû pêkateyên olî û neteweyî ye li Herêma Kurdistanê. Ew tiştê em dixwazin ev e ku li Kurdistanê û li Tirkiyê, li Suriya û li Îranê pêk were. Wê çaxê dê aştî û demokrasî pêk were.”

Herweha derbarê rola Serok Barzanî di yekxistina dengê gelê Kurd de li herçar perçeyên Kurdistanê got: “Rola Serok Barzanî di wê yekê de gelekî girîng e.”