Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û Osman Baydemîr behsa rewşa gelê Kurd kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî û siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê Osman Baydemîr hevdîtinek pek anîn û di wê hevdîtinê de herdu aliya dawî pêşhateyên siyasî yên herêmê gotûbêj kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro 19ê Sibata 2020an li navçeya Pîrman a Hewlêrê pêşwazî li parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Rihayê Osman Baydemîr kir.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî û Baydemîr rewşa giştî ya navçeyê û guhertinên dawî pêşhateyên siyasî gotûbêj kirin.

Di civînê de herwiha herdu aliyan behsa rewşa gelê Kurd li Rojhilata Navîn kirin.

Her di vê hevdîtinê de tekezî li ser peyama aştiyane ya gelê Kurdistanê û li ber girtina rêya diyalog û hevdu têgihiştinên ji bo çareseriya kêşeyan kirin.

Di beşekî din ê civîna navbera Serok Barzanî û Osman Baydemîr de, nêzîkbûna aliyên Kurdan û gotara aştîxwazaneya hevbeş a neteweyî hate behskirin.