Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Papayê Vatîkanê pesnê Hikûmeta Kurdistanê da..Mesrûr Barzanî daxwaz jê kir serdana Kurdistanê bike

Vatîkan-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Papayê Vatîkanê Papa Francis re civiya û di wê hevdîtinê de Papa pesnê Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro danê sibê li paytexta Îtaliya Romayê bi Papayê Vatîkan û mezinê katolîkên cîhanê Papa Francis re hevdîtin kir. Di civînê de behsa rewşa Iraqê, Rojhilata Navîn û pêkvejiyana ayînî, etnîkî û rewşa mesîhiyên Kurdistan û Iraqê hat kirin.

Serokwezîrê Kurdistanê spasiya Papayê Vatîkanê kir ji ber peyam û şîretên wî yên bo kûrkirina ruhê aştîxwazî û pêkvejiyanê di navbera gelan û ayînên cuda de li Iraq û cîhanê.

Mesrûr Barzanî paşê li ser rewşa niha ya Herêma Kurdistanê, bi taybet di warên pêkvejiyana ayînî û etnîkî de, agahî da Papa Francis û ragihand, pêkhateyên ayînî û etnîkî li Kurdistanê di nav aramî û asûdetiyê de dijîn. Hikûmeta jî girîngiyek mezin dide vê yekê. Herêma Kurdistanê sitargeheka aram e bo sedan hezar koçber û penaber, ku ji ber şer ji deverên cuda yên Iraq û Sûriyê derbider bûne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxwaz ji Papayê Vatîkanê kir ku serdana Herêma Kurdistanê bike.

Papayê Vatîkan jî, ku mezinê katolîkên cîhanê ye jî, pesnê rola Herêma Kurdistanê û hikûmeta Kurdistanê da di çêkirina wê atmosfera aram de bo pêkhateyên ayînî û etnîkî û hewandina koçber û penaberan.

Papa Francis spasiya hikûmeta Kurdistanê jî kir ji ber ku her dem di xema pêkvejiyan û aşitî û aramiyê de bûye û di warê nehîştina tundî û terorê de jî gelek xebat kiriye û di vî warî de jî bi bandor bûye, di parastina azadî û mirovatî û maf û kerameta mirovan de jî gelek qurbanî daye.

Di civîna Mesrûr Barzanî û Papayê Vatîkan de behsa rewşa mesîhiyên Kurdistanê jî hat kirin û hat gotin ku cih û pêgeha wan bi temamî parastî ye. Ev jî hat gotin ku Herêma Kurdistanê ne tenê bo mesîhiyên Kurdistanê belkû bo mesîhiyên Iraqê jî bûye sitargeheka aram û mînakeka bedew ya bihevrejiyanê.