Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî bo Nûnerê Amerîka: Em piştgiriyê li siberojeke baştir bo Kurdan li Sûriyê dikin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku ew dê li ser hewlên xwe yên ji bo nêzîkkirina aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê berdewam be û piştgiriyê her pêngaveke ji bo rêkevtin û yekxistina rêfê wan dikin ji bo bidestxistina maf û pêgeyeke baştir bo Kurdan niha û di paşeroja Sûriyê de.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Duşema 17.2.2020 pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyeyê James Jeffrey û şandeke pê re kir.

Herdu aliyan di civînê de pêşhatên herî dawî yên rewşa Sûriyê û hewlên navdewletî yên ji bo çareserkirina krîza Sûriyê û hewldanên ji bo vegerandina aramî û îstiqararî ji bo wî welatî û ragirtina şer û Kuştinê li Sûriyê gotubêj kirin.

Di civînê de tekezî li ser rol, amadeyî û bandora hêzên heremî û navdewletî yên li Sûriyê û pêwîstiya hevkarî û hemanhengiya di navbera hemû aliyan de ji bo dîtina rêçareyekê siyasî ya aştiyane û herwiha ji bo parastina aramî û seqamgeriya li navçeyê bi giştî hat kirin.

Di beşeke din a civînê de pêşhateyên herî dawî yên rewşa Iraqê û hewldanên ji bo pêkanîna hikûmeta ya wî welatî û helwesta Herêma Kurdistanê ya derbarê vê yekê de hat gotûbêjkirin.

Di civînê de behsa metirsiya dubare derketina terorê li Iraq û Sûriyê û çawaniya rûbirûbûna wê bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî hat kirin û herwiha behsa peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêjên ji bo çareserkirina pirsgirêkan hat kirin.