Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî û Çavuşoglu beha pêşxistina peywendiyên Kurdistan û Tirkiyê kirin

Munchen-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu civiyan û di wê civînê de behsa pêşxistina peywendiyên di navbera xwe de kirin.

Îro Yekşema 16.2.2020 Mesrûr Barzanî û Mevlut Çavuşoglu di çarçoveya Konferasa Asayişê ya Munchenê civiyan û di wê hevîtinê de herdû aliyan behsa pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de kirin, bi taybetî jî peywendiyên bazirganî.

Herwiha herdû aliyan gotûbêj kirin li ser guhertin û pêşhatên dawî yên li Iraq û navçeyê û tekez jî kirin li ser hevahengiya zêdetir ji bo arambûna rewşa Iraqê.