Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokwezîrê Kiwêtê: Em dixwazin peywendiyên me û Kurdistanê pêş bikevin

Munchen-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Kiwêtê Şêx Sebah Hemed Elsebah civiyan. Serokwezîrê Kiwêtê amaje bi wê kir ku ew girîng dibînin peywendiyên di navbera herdu aliyan de bên pêşxistin.

Di wê civînê de rewşa Iraq û navçeyê û pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Kiwêtê de hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de Serokwezîrê Kiwêtê amadebûna welatê xwe derbirî bo geşepêdana zêdetir bo peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê, taybetî di warê bazirganî de.

Şêx Sebah Hemed Elsebah amaje bi wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê roleke girîng li navçeyê heye û defetên baş ên weberhênanê li Kurdistanê hene û got ku ew girîng dibînin peywendiya bazirganî ya Kiwêtê li gel Herêma Kurdistanê pêş bikevin.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî spasiya dewleta Kiwêtê kir bo girîngîpêdana bi peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê û got, “Bingeheke libar bo weberhênan heye û em dê hemû asankariyên pêwîst dikin ji bo weberhênerên navxwe û derve.”