Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Wezîra Berevaniyê ya Almanya: Alîkariyên me ji bo Pêşmerge dê berdewam bin

Munchen-KDP.info- Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Annegret Kramp Karrenbauer pesna rewşa aram û asayişa Herêma Kurdistanê da û amaje bi berdewambûna hevkarî û rahênana Hêza Pêşmerge kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya konferansa Munchenê de li gel Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Annegret Kramp Karrenbauer civiya.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê kombûnê de gotûbêj li ser rewşa Iraq û navçeyê û geşepêdana peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê de hatin kirin.

Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê pesna rewşa aram û asayişa Herêma Kurdistanê da û amaje bi berdewambûna hevkarî û rahênana Hêza Pêşmerge kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî spasiya Almanyayê kir wek beşek ji hevpeymaniya navdewletî ya li dijî terorê, bo berdewamkirina hevkariya li gel Hêza Pêşmerge.

Herwiha Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê jî kire ku DAIŞ metirsiyeke cidî ye bo ser asayişa cîhanê.