Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî û Pompeo rewşa navçeyê gotûbêj kirin

Munchen-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Mike Pompeo Wezîrê Derve yê Amerîkayê di Konferansa Asayişê ya Munchenê li Almanyayê civiyan û di wê civînê de herdû aliyan behsa rewşa Iraq û navçeyê kirin.

Di kombûnê de dawîn pêşhatên li Iraq û navçeyê û girîngîpêdana peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de taybetî di warê aborî û hemahengiya zêdetir bo rûbirûbûna terorê hatin gotûbêjkirin.

Tekezî li ser girîngiya seqamgiriya rewşa Iraqê û mayîna berdewam a hêzên Amerîkayê weke beşek ji hevpeyaman dije teror û rola girîng a Herêma Kurdistanê li navçeyê hat kirin.

Her di vê kombûnê de, guftugo derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hat kirin. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê kir ku pêwîst e di her guhertin û pêşhatekê de, pêgeha destûrî ya Herêma Kurdistanê parastî be.

 

 

 

 

Attachments area