Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokwezîrê Bulgaryayê Mesrûr Barzanî vexwend bo welatê xwe

Munchen-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokwezîrê Bulgaryayê kom bû. Borissov, Mesrûr Barzanî vexwend bo welatê xwe.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di çarçova civînên li Konferansa Asayişê ya Munchenê li Almanyayê li gel Boyko Borissov, Serokwezîrê Bulgaryayê kombûnek encam da.

Di wê kombûnê de gotûbêj li ser dawîn pêşhatên li Iraq û navçeyê û herwiha peywendiyên Kurdistan û Bulgaryayê hatin kirin.

Boyko Borissov di kombûnê de amaje bi hebûna Kurdan a li welatê xwe kir û got ku peywendiyên wan li gel civaka Bulgaryayê gelek bihêz in û tekez kir ku ew Kurdan wek dostê xwe dibînin.

Serokwezîrê Bulgaryayê diyar jî kir ku welatê wî amade ye bo bihêzkirina peywendiyên aborî û taybet jî di warê çandînî, geştyarî û eenrjiyê de.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî amaje bi karnameya kabîneya 9mîn a Kurdistanê kir û got ku hikûmet hewl dide hêsankariyên zêdetir bo weberhênerên navxwe û biyanî pêşkêş bike.

Herwiha di wê civînê de Boyko Borissov, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê vexwend bo Bulgaryayê.