Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Iraqê pêbendî mafên me yên destûrî be emê piştevaniyê lê bikin

Munchen-KDP.info- Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Konferansa Asayişê ya Munchenê li gel Necah Şemerî, Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê civiya û di wê hevdîtinê de Mesrûr Barzanî got ku hikûmeta nû ya Iraqê pêbendî mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bibe, Herêma Kurdistanê jî dê piştevaniyê lê bike.

Di civînê de guftugo derbarê guhertin û pêşhatên li Iraq û navçeyê hat kirin û tekezî li ser girîngiya seqamgirbûna rewşa Iraqê hat kirin.

Derbarê hewldanên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, Mesrûr Barzanî ji Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê re ragihand, “Em li gel pêkanîna hikûmetekê ne ku piraniya pêkhateyên Iraqê piştevaniyê lê bikin û pêbend jî be bi mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê.

Hevdem guftugo hat kirin derbarê girîngiya berdewambûna hemahengiya zêdetir di navbera Hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê bo rûbirûbûna êrişên DAIŞê.