Hewlêr-KDP.info- Îro Çarşema 12.2.2020 Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civîna xwe ya asayî girê da.
Di civînê de Serokê Dîwana Çavdêriya Darayî û Serokê Desteya Destpakiyê û Serokê Dxwazkariya Giştî amade bûn, Serokwezîr amaje bi girîngiya bicihkirina yasaya çaksaziyê ya hejmar (2) a sala 2020an û got: Encamdana çaksaziyê daxwaza welatiyên Herêma Kurdistanê û hemû aliyan e, ji ber vê yekê daxwazê ji hemû aliyên siyasî û pêwendîdar dikin, ku bê muzayede piştevaniyê li bicihkirina yasaya çaksaziyê bikin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir, ku proseya çaksaziyê berdewam dibe û hemû kartan jî lixwe digire. Got jî: “Di çarçoveya proseya çaksaziya darayî û îdarî de, kar li ser rêkxistina dahatên Herêma Kurdistanê, bi taybet dahata petrol û gazê dikin, ku dixwazin zelal û aşkere be, ku ev yek jî beşek e ji karnameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.”
Di civînê de, Encûmena Wezîran hemû wezîr raspardin ku di dema yazdeh rojan de pêşniyazên xwe ji bo reşnivîsa rêbaza hêsankarya bicihkirina yasaya çaksaziyê amade bikin û arasteyî Encûmena Wezîran bikin, ji bo di zûtirîn dem de, bikeve warê bicihkirinê de.
Herwiha di wê civînê de, biryar hat dayîn ku komîteyeke bilind bi serokatiya Serokê Encûmena Wezîran û endametiya Cîgirê Serokwezîr û wezîrên pêwendîdar pêk bê, ji bo dûvçûnê ji rênimayên bicihkirina yasaya çaksaziyê li Herêma Kurdistanê bikin.
Encûmena Wezîran tekezî li ser girîngiya rola dezgehên çavdêriya darayî û Desteya Destpakiyê û Daxwazkarê Giştî hate kirin, ji bo çavdêrîkirina bichkirina vê yasayê.