Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Berdevkê PDKê: Amerîka em parastin û pêwendiyên me û Îranê jî dîrokî ne

Hewlêr-KDP.info- Endamê Polîtburoya PDKê û Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed di panêlekê de behsa rewşa siyasî û abûrî û bandora wan li ser Herêma Kurdistanê kir û ragihand: “Em wek Kurd jî, me siyaseta bêalî hilbijartiye û ev siyaset baş e û pêwîst em li ser berdewam bin. Ji ber ku pêwendiyên me û Îranê dîrokî ne, lê di heman demê de em nebeşek in ji wan biryarên ku Îranê dane li dijî Amerîka yan li dijî her welatekî din. Amerîka alîkariya me kiriye û em parastine û em spasiya wê dikin. Lê em di wan biryarên Amerîka de jî beşdar nebûne û ne haya me ji wan heye.”

Di wê panêlê de Mehmûd Mihemed wiha got: “Nabe welatên derve destê xwe têxin nava karûbarê Iraqê. Wek mînak, Îran ti hesabekî ji serweriya Iraqê re nake. Lewma niha Iraq di nava van hemû aloziyan de ye. Şîeyên Iraqê bi hizra şîegeriyê rêveberiya Iraqê dikin û qet guh nadin 2 pêkhateyên Iraqê ku Kurd û Sunne ne, lewma ev herdû pêkhate pir dilgiran in ji rêveberiya Iraqê. Pirsgirêkên Şîeyan di nava wan bi xwe de jî hene. Sunneyên Iraqê jî demeke dirêj rêveberiya Iraqê kirine û ew jî dixwazin Iraqê birêve bibin.”

Mehmûd Mihemed wiha domand: “Tirsa Kurdan jî ji dîrokê ye, ku çi karesat hatine serê me û çawa mafên me hatine binpêkirin, Kurd herwiha ji roja îro jî ditirsin. Kurd ji pêşeroja xwe jî biguman in, ku pêşeroj ji wan re nezelal e. Pêwîst e ev rêveberiya xerab li Iraqê bidawî were û rêveberiyeke baş ava bibe û alozî berdewam nebin û çareser bibin.”

Berdevkê PDKê wiha domand: “Pêwîst e em hewl bidin ku alozî û pirsgirêkên Iraqê çareser bibin û Iraq hîna nebe beşek ji aloziya di navbera welatan de. Em wek Kurd jî, me siyaseta bêalî hilbijartiye û ev siyaset baş e û pêwîst em li ser berdewam bin. Ji ber ku pêwendiyên me û Îranê dîrokî ne, lê di heman demê de em nebeşek in ji wan biryarên ku Îranê dane li dijî Amerîka yan li dijî her welatekî din. Amerîka alîkariya me kiriye û em parastine û em spasiya wê dikin. Lê em di wan biryarên Amerîka de jî beşdar nebûne û ne haya me ji wan biryaran heye, ku çawa dixwazin kar bi Îranê re bikin, lewma pêwîst e em ji wê aloziyê dûr bin. Pêwîstiya me bi alîkarî û dostayetiya herdû aliyan heye û her aliyek bi şêweyekî.”